Demokrasî ne ew rejîm e ku bê wijdan bimeşe. Sîstemên hêz û sermayeyên yekdestdar li ser înkara wijdan hatine damezrandin. Mirov demokratîkbûnê bi xwe dikare weke tevgera bi destxistina wijdanê civakî û bêtesîrkirina vê înkarê bide naskirin. Civaka gelekî mezin a li derveyî yekdestdariya hêz û sermayeyê bi tenê mirov dikare bi tevgera wijdanê biparêze. Têkoşîna civakî ya roja me ya îro bi awayekî têkoşîna bi destxistina wijdanê ji destçûyî ye. Demokratîkbûn heta nebe tevgera bidestxsitina nirxên wijdanî yên jidestçûyî bi temamî nagihîje maneya xwe, ferd û hindikayî jî wê nikaribin maf û azadiyên xwe bi dest bixin. Ev sedem hemû nîşan didin ku di çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûnê de prensîba wijdan a nirxên civakî exlaq û dîn jê dawerivîne divê mutleq di dewrê de be. Eger wijdan nekeve dewreyê sedemên qirkirinan ji hev nayên derxistin. Kengî prensîba wijdan bikeve nav tevgerê modernîteya kapîtalîst dikare li qirkirin û hovîtiyên xwe hemûyan mikur bê û rê li dadê vebe.
Modernîte di tevahiya pirsgirêkên civakî de prensîba hêzê dike bingeh. Yê hêza wî hebe bi ser dikeve yan jî çareser dike, yê hêza wî tinebe têk diçe, ji kirasê rastiyê derdikeve. Nexweşiya herî mezin a di bingehê modernîteyê de ev e. Eger civak bi vê prensîbê rabe wê bikeve tevlîheviyekê ku xweziya xwe bi serdema kevir bînin. Eger em dixwazin ji pirsgirêkên civakî yên bi kok re û di serê van pirsgirêkan de ji demokratîkbûnê re bersivên adil û mayînde bibînin, divê em li şûna prensîba hêzê cih bidin prensîba wijdanê. Çanda Rojhilat ji vê prensîbê re xerîb nîne. Berevajî di tevahiya pirsgirêkên xwe de li rêza pêşî cih daye vê prensîbê. Em ji bo hesabên sar ên hêz û kapîtalîzmê nikarin ji vê prensîbê bigerin. Em dema hewl bidin pirsgirêkên demokratîkbûnê yên li Tirkiyê çareser bikin, divê li serê tevahiya prensîban em cih bidin prensîba wijdanê û di çareseriyê de em neçar in serî li vê prensîbê bidin.