Piştî vê yan jî bi vê re bi hêmanên din ên bingehîn fetih, dagirkerî û mêtingeriya xwe bi gelek awayan pêk tîne. Mêtingertiya nû ya bi hêmanên xwecihî yên kevin ên despotîk re li gorî xwezaya xwe timî hevkariyê dike, pirsgirêkên demokratîkbûnê girantir dike. Her cure berxwedana li dijî wê pêş bikeve aliyekî xwe yê demokratîk heye. Ji bo ev aliyê demokratîk pêş bikeve, bi hêz bibe, karibe xwe bigihîne awayên xwe li ser piyan bigire û sîstematîze bike, divê xwe ji hegemonya îdeolojîk qut bike. Ji bo rêyên alternatîf ên îdeolojîk manedar bibindivê kategoriyên xwecihî, bajarî, pirr neteweyên herêmî û welatê hevpar bihewîne. Naxwe dibe ku hegemonyayeke din a îdeolojîk pêş bikeve.
Fikrên nijadperest û dîndar ên ji rêûresmê jî herî kêm bi qasî hegemonyadariya pozitivîst a îdeolojiya modernîteya kapîtalîst hegemonîk in. Di nava kategoriyên sereke de ku behsa wan hat kirin, hewldanên îdeolojîk ên xwe disipêrin azadîxwaziyê, mirov dikare wan weke îdeolojiyên azadiyê binirxîne. Bi tenê mirov dikare bi van îdeolojiyên azadiyê pirsgirêkên demokratîkbûnê û rêyên çareseriyê bide fêhmkirin û bi cih bîne. Azadiya îdeolojîk nebe gavên demokratîkbûnê dikarin bihilkumin û bikevin kontrola îdeolojiyên hegemonîk. Azadiya îdeolojîk bi heqîqeta xwezaya civakî re têkildar e, û bi pêkanîna civaka demokratîk û bi cihanîna wê misêwa xwe îfade dike. Heqîqeta civakî bi awayekî azad îfadekirina rastiyên civaka demokratîk e.