Di nava dewletê de li guhertinên bingehîn ên şeklî nagere, ji vê zêdetir berê xwe dide çareseriyên ku di nava civakê de rê li ber rejîmeke demokratîk a bimeşe veke. Der barê dewletê de herî zêde destûreke bingehîn a demokratîk dixwaze. Hemin divê ji bo pêkhatina destûra bingehîn a demokratîk hewldanên tatmînkar ên teorîk û pratîk hebin, û ev destûra bingehîn divê ji dewletê zêdetir xweşhaliya civakî bike armanca xwe. Dijberê prensîba çareseriya demokratîk, ferzkirina çareseriyên dewletparêz û desthilatparêz in.
Çareseriya demokratîk weke prensîb bi parvekirina desthilatdariyê re mijûl nabe, heta jê dûr disekine. Ji ber ku desthlatdarî çiqasî zêde bibe, ji demokrasiyê dûrketin jî ewqasî pêk tê. Eger bi tenê li ser navê hukûmet û dewletan civak bêne tenzîmkirin, hingê a derkeve holê wê nîzamekî antî-demokratîk be.
Yek ji pirsgirêkên aktuel ên demokratîkbûnê ew e, divê ji vê ketina nava hev zêdetir, hebûna van herdu saziyan ji bo ku bi hev re bimeşin, ji nû ve bê tenzîmkirin. Çawa ku ji bo demokrasiyê prensîb e, dewletê bi sînor bike û pêşiyê li zêdegaviya wê bigire, herweha ji bo dewletê jî ewqasî prensîb e ku koma tecrûbe û pisporiya wê ji demokrasiyê re bi rola ban û sîwanê rabe. Di pêvajoya dîrokî de ya wê bi ser bikeve wê civaka demokratîk be. Xulase, dewlet û saziyên demokratîk wê di nava aştiyê de lê bi awayekî tengezar bi hev re bin, ev rewşa wan wê rê li ber reqabetê veke û ji vê jî ya bi hêz derkeve û pêş bikeve civaka demokratîk bi xwe ye.