Abdullah Öcalan



di 1949'an de li gundê Amara yê bi ser navçeya Xelfetiyê ya girêdayî Rihayê çêbûye. Dibistana seretayî li Cîbînê xwendiye û hê di wê demê de di lîstik, limêj û parve kirinê de pêşengî kiriye. Dibistana navîn li Nizipê dibistana navîn jî li Enqerê li dibistana navîna Tapu Kadastro qedandiye. Di 1969'an de li Amedê dest bi karmendiyê kiriye.

Avakirina PKK'ê

D i 27'ê mijdara 1978'an de jî Ocalan û hevalên wî li Amedê li gundê Fîsê yê Lîceyê careke din li hev kom dibin û bîryara ava kirina Partiya Karkerên Kurdistanê didin. Xebatên rêxistinkirinê yên Ocalan û Partiya wî PKK yên li Kurdistanê di demeke kin de bala dewleta tirk dikişîne.

Li ser vê şêweya nû ya Ocalan a li hemberî pirsgirêka kurd ku zikê nerm ê Tirkiyê ye, dewleta tirk zextên xwe zêde dike. Dewletê bi awayekî eşkere li hemberî koma Ocalan şer dide destpêkirin û ji ber vê yekê Ocalan sala 1979'an derdikeve derve û diçe Libnanê.

Bi vî awayî meşa ku dê 20 salan li rojhilata navîn berdewam bikira, destpê kir. PKKê li Libanaê di 1982'yan de kongra xwe ya duyem pêk anî û bîryara vegera nava axa welêt wergirt.

Milîtanên PKKê di bin pêşengiya Öcalan de perwerdehiya xwe ya îdeolojîk û leşkerî jî qedandibûn. Di encamê de di 15ê tebaxa 1984'an de li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî destpê kir. Ji wê gavê û şûn ve êdî pirsgirêka Kurd bi hemû dijwariya xwe di rojeva cîhanê de bûye.


Di encama şerê çekdarî de li ser daxwazên ku ji Tirkiyê tên, ji 1993'an û şûn ve PKKê 3 caran agirbest danezan kir. Ev gavên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatin avêtin, rastî pênûs û astengiyên derûdorên rentxwir hatî bûn. Di 9'ê dotmeha 1998'an de di encama hevanîyeke ku bi hevkariya hêzên navnetewî hat amade kirin, Ocalan neçar ma ku ji Suriyê derkeve. 9ê cotmehê de Ocalan dema dest bi rêwîtiya ber bi Ewrûpa kir wê wiha bigota: Ez ji niha û şûn ve dixwazim rola xwe di kanala siyasî de bilîzim.

Dadgeha Enqerê

Lûbnan 1996

Ö calan dema li Îtalya bû gelek caran bangên ji bo aştiyê kirin lê belê ji yekîtiya ewrûpa hêviya ku dikir bidest nexist. Ocalan di 2yê sibata 1999an de bi zordayîna Yewnanîstanê heta Kenyayê diçe. Di 15ê sibata heman salê de jî li paytextê Kenya Nayrobiyê li pêşiya avahiya sefaretxana Yûnanîstanê bi hevanîyeke navnetewî ber bi Tirkiyê ve tê revandin.

Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan li girava Îmralî ya li nav derya Marmarayê bi tenê li serê xwe di girtîgehê de hat bicîh kirin. Ocalan li Îmraliyê bi parêznameya xwe ya pêşî de daxwaz kir ku pirsgirêka kurd li ser bingeha aştiyê were çareser kirin.