Di dema damezrandina Komarê de têgînên weke ‘Mebûsê Kurdistanê’, ‘Meclîsa Kurdistanê’ û ‘Wîlayeta Kurdistanê’ ji aliyê Mistefa Kemal Paşa bi xwe gelek caran hatine bikaranîn. Di dema asîmîlasyonîst û înkarker de qedexebûna têgînên Kurd û Kurdistanê nikare pêşî li bikaranîna wan bigire. Di pêvajoya gavavêtin û çûna ber bi çareseriyê de qedexekirina bikaranîna têgînên Kurd û Kurdistanê tê wê maneyê ku ji serî ve pêşî li çareseriyê tê girtin.
Herweha wexta weke nav bikaranîna wan şaş were dîtin û bêne redkirin bi dadgeriya pêwendîdar re ji aliyê hin kesan ve jî tê redkirin. Yek ji têgînên pêşî divê eşkere were terîfkirin demokratîkbûn bi xwe ye. Li Tirkiyê demokratîkbûn têgîna herî zêde hatiye berevajîkirin û çeloxwarîkirin e.
Di dema çûn û gavavêtina çareseriyê de têgîneke din a girîng a divê were zelalkirin dutêgînên ‘Komar’ û ‘Dewleta-Netewe’ ne. Her komar dewleteke netewe nîne. Mînak Komara Romayê bi vî rengî ye. Her dewleta netewe ya ji xwe re komar jî dibêje nikare bibe komar. Têgîna komarê têkiliya xwe bi demokrasiyê re heye, bêyî li elîtên olîgarşîk bialiqe, wê birêveberiya temsîlî ya beşên civakî îfade dike ya ku gel jî di nav de cih digire. Ji bo dewleta netewe jî mînaka berbiçav Îtalya faşîst, Elmanya Nazî û Japonya ne. Di van mînakan de tê dîtin ku dewlet, millet wekhev in.
Di nava millet de hebûna komên cuda yên xwedî berjewendî û azadiyên wan qebûl nake. Rê nade ku di nava dewlet û millet de komên xwedî berjewendî bibin xwediyê berjewendî û nakokiyên cuda. Bi xwe dîktatorî ye