parallax background

PARASTINA GELEKÎ

NEXŞEYA RÊ
April 29, 2018
PARASTINA KURDÊN DI NAVA PENCÊ QIRKIRINA ÇANDÎ
April 29, 2018

PARASTINA GELEKÎ


R eva ji rastiya civakî, ji texmînan jî wêdetir zehmet e. Bi taybetî, eger mirov bi nijad û kokê, bi civakê ve girêdayî be, ev rastî hê wisa ye. Pêşbirka pêvajoya civakîbûnê bi dayikê re, li derdora heft salî dest pê kir û bi gotina gelêrî heta heftê salî wer diçe. Bi awayekî ilmî û zanistî jî hatiye tespîtkirin ku dayik hêza bingehîn a civakîbûnê ye. Gunehê min bi xwe yê yekemîn ew bû ku min ev mafê dayikî bi guman dît û min pir di temenekî piçûk de biryara civakîbûna xwe da. Li gorî tespîtên dawî yên ilmî, di gerdûna me ya bîst mîlyar salî de civaka mirov bi awayekî taybet afirandiye, minê curet û cesaret bikira bê efendî û dayik bijiyama û ev mijareke bi serê xwe hêjayî lêkolînê ye. Eger min guh bida hişyariyên diya xwe û hewldanên wê yên fetisandinê li ber çav bigirta belkî rê li serhatiyên min ên trajîk venebûna. Lê belê dayika min, semboleke dawî ya bermahiya xwedawendên hezar salan bû ku hem diqediya û hem jî bermahiyeke neçar bû.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *