parallax background

NEXŞEYA RÊ

KURDÊ AZAD NASNAMEYA NÛ YA ROJHİLATA NAVÎN E
April 29, 2018
PARASTINA GELEKÎ
April 29, 2018

NEXŞEYA RÊ


L i Tirkiyê guftûgoyên li ser demokratîkbûyînê zêde dibin. Di bingehê van guftûgoyan de jî pirsgirêka Kurd heye. Di sala 2009’an de Serokkomarê Tirkiyê Rêzdar Abdullah Gul bi xwe di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de gotibû “Yan wê çareser bibe, yan wê çareser bibe.” Bi vê yekê jî diyar dibû ka di demokratîkbûna Tirkiyê de çareserkirina pirsgirêka Kurd çiqasî girîng e. Ji lewra jî ez bi berpirsiyariya li ser milê xwe radibim û divê vê nirxandinê pêşkêş bikim. Herweha tevahiya saziyên bingehîn ên dewletê yên bi ewlekariyê re têkildar di warê pirsgirêkên çareseriya wan lezgîn de helwestên diyarker nîşan dan. Dîsa di nava raya giştî de li ser şexsê min nirxandin û bangawazî hatin kirin. Van hemûyan ev pêşkêşî girîngtir û elzem kir.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *