parallax background

KURDÊ AZAD NASNAMEYA NÛ YA ROJHİLATA NAVÎN E

Prensîba Xweparastinê ya Demokrasiyan
April 29, 2018
NEXŞEYA RÊ
April 29, 2018

KURDÊ AZAD NASNAMEYA NÛ YA ROJHİLATA NAVÎN E


Î dîanameya ku ji hêla dozgerê dadgehên cudahiyê yên Atînayê Andonîos Plomarîtîs ve hatibû amadekirin, ji aliyê min ve, çendî bi zorê be jî, bihedan di ber çavan re hate derbaskirin. Kurtaseya îdîanameyê di der barê kesaniya min de: Serokatiya siyasî ku mafê xwe yê çûyîna hundirê Komara Elen nîn e, çûyîna wî weke fikarmend û rêvekerê encamên ku dibine sedemên şer û her wiha mînanî hilkeftineke ku dikare dostanî û aştiya bi hevgirtîan re, bi taybet jî bi Tirkiyeyê re xirab bike tê nirxandinê û bi vê ve eleqedar tê xwestin ku cezayê zagona bi hiqûqa netew ve pêwendîdar bê sepandin. Ev nêzîkatî; pir teng, xweperest, mafên mirovan bi tiştekî nahesibîne û wekî din jî berjewendiyên rastîn ên gelê Elen paşçav dike û ji perspektîfa dîrokî pêmen e. Ya herî tirsnak jî, ew nêzîkatiya çîna serdest a kevneşopî û nêzîkatiya etnisîteyê ye ku ji rasteqîn û viyana gelê Kurd a ku temsîla xwe di kesayetiya min de peyda dike û ji mafên herî demokratîk ên mirovan, di asta herî kêm de jî qal nake, nayîne berçav û ew helwest e ku di dîrokê de paşverûşoven e û biyaniyan weke “barbar” pênase dike. Û dîsa ev nêzîkatî berevajiyê hiqûqa Yekîtiya Ewropa û PMME‟yê ku, endamê wê bi xwe ye. .

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *