parallax background

Prensîba Xweparastinê ya Demokrasiyan

Prensîba Exlaq û Wijdan
April 29, 2018
KURDÊ AZAD NASNAMEYA NÛ YA ROJHİLATA NAVÎN E
April 29, 2018

Ji bicanê yekşane heta bi perçikên jêr-atoman ên weke bê can têne qebûlkirin - ku hatiye fêhmkirin ew bê can nînin ji vê jî wêdetir bingehê prensîba bicanbûnê ne -, ti hebûn bê xweparastin nîne û ev jî heqîqeteke tê zanîn e

 
û bi zanistî ev hatiye piştrastkirin. Hebûnên mîna civakên mirovan ku mejiyê xwe gelekî zêde ne, û di asteke bilind de nerm in, di her kêlî û mekanê jiyanê de xuya dike ku bê xweparastin nînin. Şer bi xwe jî ji nêz ve bi têgihiştina çeloxwarîkirî ya xweparastinê ya sîstemên şaristaniyan re têkildar e. Civakên demokratîk û ferdên wan ên azad di dema şaristaniyên çînî de ji bo xwe bergiriya xwe bikin bi pirsgirêkên mezin ên parastinê re rûbirû bûn. Heta civakên komin ên destpêkê di jiyana xwe ya demdirêj de tevî nakokiyên di navbera xwe de, ji ber tehlûkeyên kujer ên ji hebûnên xwezayê yên bican û bêcan dihatin, xweparastin di her kêlî û her mekanî de weke wezîfeya yekemîn qebûl kirine. Hêmanên modernîteya kapîtalîst dewleta netewe, kapîtalîzm û îndustriyalîzm li ser ferdên azad û wekhev ên civakên ekonomîk, ekolojîk û demokratîk mêtinkariyê û zordestiya yekdestdar dimeşîne û li beramberî vê pirsgirêkên xweparastinê di serê mijarên heyatî de ye. Jiyana bê xweparastin bi tenê bi koletiya heqdestê bi encam nabe, di heman demê de rê li ber her cure bê karî, nexweşî û rizînê vedike. Ji vê jî xirabtir, gelek qirkirinên fizîkî û çandî bi xwe re tîne. Modernîte weke sîstem bi giştî civak û ferdan, bi taybetî jî zêdetir bi awayekî dijwar hebûnên civakên demokratîk û ferdên wan ên azad, neçarî parastinê dike. Eger di xweparastinê de bi ser nekevin, bi tenê ne azadiya wan, hebûna wan jî dikeve tehlûkeyê ango qirkirina wan dikeve rojevê. Hêmanên yekdestdar ên modernîteyê ji bo xwe dewamî bikin qîma xwe bi gefxwarina li civaka demokratîk û ferdê wê ya azad nayînin, di demên xwe yên dereng de şertên ekolojîk ên ji bo jiyanê dest ji wan nabin jî diqedîne. Qedandin û tinekirina şertên ekolojîk bi awayekî demdirêj tê maneya qirkirina tevahiya jiyanê. Civaka demokratîk û ferdê azad, divê ne bi tenê ji bûyerên şoreşgerî û beridînî re lê tevî wan ji pirsgirêkên xweparastinê re jî çareyê bibînin. Dema dawî ya krîza avabûnê ya modernîteyê, xweparastin daniye sere tevahiya pirsgirêkan. Her kom çawa divê bibe yekeya ekonomîk, ekolojîk û demokratîk, herweha divê weke yekeya xweparastinê jî pêk bê. Di heman demê de her ferdê azad û wekhev çawa divê di yekeyeke ekonomîk, ekolojîk û demokratîk de cih bigire, tevî vê, herweha divê di yek an jî zêdetir yekeyên xweparastinê de cih bigire. Ji bo tevahiya zindî û yên bican, xwexwedîkirin, xweparastin û xwezêdekirin şertekî jiyanê ye. Ev hersê şert herî zêde jî ji bo civaka mirov di cih de ne, û dest ji wan nabe. .
 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *