parallax background

Prensîba Çareseriya Demokratîk

ÇARÇOVEYA TÊGÎNÎ
April 29, 2018
Prensîba Neteweya Demokratîk
April 29, 2018

Prensîba çareseriya demokratîk zêdetir ji bo demokratîkbûna wê civaka sivîl e ku armanca wê ya dewletbûnê nîne, naxwaze bibe dûvikê dewletê ango modeleke çareseriyê ye

 
A rmanca wê civaka demokratîk e. Di nava dewletê de li guhertinên bingehîn ên şeklî nagere, ji vê zêdetir berê xwe dide çareseriyên ku di nava civakê de rê li ber rejîmeke demokratîk a bimeşe veke. Der barê dewletê de herî zêde destûreke bingehîn a demokratîk dixwaze. Hemin divê ji bo pêkhatina destûra bingehîn a demokratîk hewldanên tatmînkar ên teorîk û pratîk hebin, û ev destûra bingehîn divê ji dewletê zêdetir xweşhaliya civakî bike armanca xwe. Dijberê prensîba çareseriya demokratîk, ferzkirina çareseriyên dewletparêz û desthilatparêz in. Çareseriya demokratîk weke prensîb bi parvekirina desthilatdariyê re mijûl nabe, heta jê dûr disekine. Ji ber ku desthlatdarî çiqasî zêde bibe, ji demokrasiyê dûrketin jî ewqasî pêk tê. Eger bi tenê li ser navê hukûmet û dewletan civak bêne tenzîmkirin, hingê a derkeve holê wê nîzamekî antî-demokratîk be. Ji ber ku hêzên civakî tevlî nava meseleyê nehatine kirin. Wexta hukûmet û desthilatdarî ber bi erênî ve bêne tenzîmkirin dibe ku pêşî li demokratîkbûnê vebe, lê demokratîkbûn bi xwe pêk nayê. Armanc û hedefên çareseriya demokratîk nabe ku parvekirina derfet û îmkanên dewletê yan jî desthilatdariyê bin. Mirov xwe bi dewletê ve bigire, blokeke wê pêk bîne, nabe ku ev weke hedefa çareseriya demokratîk were dîtin. Di prensîba çareseriya demokratîk de xusûsa bingehîn ew e, destûra bingehîn divê bihevrebûneke aştiyane ya saziyên dewletê û saziyên demokratîk misoger bike. Di navbera hebûna herdu saziyan de rewabûneke qanûnî heye. Hebûna xwe li ser înkara hevdu pêk nayînin. Ne hewce dike li ser navê demokrasiyê dewlet were tesfiyekirin, ne jî hewce dike li ser navê dewletê demokrasî were helandin. Ji ber ku li Rojava ev herdu sazî zêde di zikhev de ne, ev dihêle ku demokrasî di nava dewleta netewe de weke saziyeke şeklî bimîne. Yek ji pirsgirêkên aktuel ên demokratîkbûnê ew e, divê ji vê ketina nava hev zêdetir, hebûna van herdu saziyan ji bo ku bi hev re bimeşin, ji nû ve bê tenzîmkirin. Çawa ku ji bo demokrasiyê prensîb e, dewletê bi sînor bike û pêşiyê li zêdegaviya wê bigire, herweha ji bo dewletê jî ewqasî prensîb e ku koma tecrûbe û pisporiya wê ji demokrasiyê re bi rola ban û sîwanê rabe. Di pêvajoya dîrokî de ya wê bi ser bikeve wê civaka demokratîk be. Xulase, dewlet û saziyên demokratîk wê di nava aştiyê de lê bi awayekî tengezar bi hev re bin, ev rewşa wan wê rê li ber reqabetê veke û ji vê jî ya bi hêz derkeve û pêş bikeve civaka demokratîk bi xwe ye. .
 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *