parallax background

ÇARÇOVEYA TÊGÎNÎ

Prensîba Çareseriya Demokratîk
April 29, 2018

Li Tirkiyê di rabihuriya nêz de navlêkirina pirsgirêkan jî carnan qedexe bû, lewma di asta têgînan de jî mirov di çareseriyê de asê dibûn, dixetimîn.

 
T êgîna ‘Kurd’, dîsa hê beriya wê gelek têgînên di lîteratura çepgir de hatibûn qedexekirin. Hê jî di warê bikaranîna têgîna ‘Kurdistanê’ de tirs û fikar hene, û derdorên fermî ji bikaranîna wê direvin. Li şûna ku bi awayekî zanistî bifikire, bê ka têgîna Kurdistanê çawa derketiye holê, bi gelê li herêmê têkiliyê datîne, ango gengaz e ku mirov nîşan bide, gelek belge hene eşkere dikin ku rêveberiyên Selçûkî û Osmanî gotina ‘Diyarê Kurdan’ gelekî bi kar anîne. Di dema damezrandina Komarê de têgînên weke ‘Mebûsê Kurdistanê’, ‘Meclîsa Kurdistanê’ û ‘Wîlayeta Kurdistanê’ ji aliyê Mistefa Kemal Paşa bi xwe gelek caran hatine bikaranîn. Di dema asîmîlasyonîst û înkarker de qedexebûna têgînên Kurd û Kurdistanê nikare pêşî li bikaranîna wan bigire. Di pêvajoya gavavêtin û çûna ber bi çareseriyê de qedexekirina bikaranîna têgînên Kurd û Kurdistanê tê wê maneyê ku ji serî ve pêşî li çareseriyê tê girtin. Herweha wexta weke nav bikaranîna wan şaş were dîtin û bêne redkirin bi dadgeriya pêwendîdar re ji aliyê hin kesan ve jî tê redkirin. Yek ji têgînên pêşî divê eşkere were terîfkirin demokratîkbûn bi xwe ye. Li Tirkiyê demokratîkbûn têgîna herî zêde hatiye berevajîkirin û çeloxwarîkirin e. Maneya demokratîkbûnê ya ez di nirxandina xwe de bi kar tînim koka wê çînî nîne. Bi tevahî têkilî û pêwendiyên civakî digire nava xwe. Mohra çi çîn an jî tebeqeyê li ser nîne. Çi pirranî çi jî hindikayî, zimanên cuda, dîn, etnîsîte û netewebûnên wan çi dibe bila bibe, misogerkirina mafên ferdî û heman azadiya rêxistinî û îfadeyê ya tevahiya civakê li beramberî dewletê îfade dike. Rast nîne ku ne dewlet di nava demokrasiyê de, ne jî demokrasî di nava dewletê de were bêtesîrkirin û helandin. Rol û fonksiyona herduyan cuda ye. Dewlet û demokrasî balansê didin hev û di demokratîkbûnê de ev yek ji pirsgirêkên bingehîn ên bivênevê ye. Di dema çûn û gavavêtina çareseriyê de têgîneke din a girîng a divê were zelalkirin dutêgînên ‘Komar’ û ‘Dewleta-Netewe’ ne. Her komar dewleteke netewe nîne. Mînak Komara Romayê bi vî rengî ye. Her dewleta netewe ya ji xwe re komar jî dibêje nikare bibe komar. Têgîna komarê têkiliya xwe bi demokrasiyê re heye, bêyî li elîtên olîgarşîk bialiqe, wê birêveberiya temsîlî ya beşên civakî îfade dike ya ku gel jî di nav de cih digire. Ji bo dewleta netewe jî mînaka berbiçav Îtalya faşîst, Elmanya Nazî û Japonya ne. Di van mînakan de tê dîtin ku dewlet = millet wekhev in. Di nava millet de hebûna komên cuda yên xwedî berjewendî û azadiyên wan qebûl nake. Rê nade ku di nava dewlet û millet de komên xwedî berjewendî bibin xwediyê berjewendî û nakokiyên cuda. Bi xwe dîktatorî ye .
 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *